Li Colemêrgê leşkerekî Tirkiyê hat kuştin

Li Gevera Colemêrgê, di dema derbasbûna otombêleke leşkerî de taqîn rû da, serbazekî Artêşa Tirk hat kuştin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Li Gevera Colemêrgê, di dema derbasbûna otombêleke leşkerî de taqîn rû da, serbazekî Artêşa Tirk hat kuştin.

Li bakurê Kurdistanê şer û pevçûn di navbera hêzên ewlekariya Tirkiyê û gerîlayên PKK berdewam dike.

Li navçeya Geverê devera Esendereyê, di dema derbasbûna karwaneke leşkerî de teqînêkê rû da. Li gor agahiyên destpêkê leşkerekî Artêşa Tirk hat kuştin.

Duh jî li devera Oremarê di pevçûnan de leşkerek hatibû kuştin, 3 leşker jî birîndar bibûn.

Li aliyê din Artêşa Tirk ragehandin, balefirên şer baregehên PKK li devera Xakurkê, Zap û Avaşînê bombebaran kirine.