HSD dixwaze artêşeke niştimanî ava bike

Di pêngaveke bilez ber bi avakirina artêşeke netewî li ser asta Sûriyê, akademiyên perwerdeya laşkerî yên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) li bajarê Eyn Îsa li bakurê Reqayê perwerdeya du tabûrên nû yên taypet dest pê kir, ku tevahî şervanên wê ji pêkhatiyên Ereb in.
https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/cd0acaee-ad4f-4078-b361-c9889496ea0d/011518DCR.ism/manifest

K24 – Navenda Nûçeyan

Di pêngaveke bilez ber bi avakirina artêşeke netewî li ser asta Sûriyê, akademiyên perwerdeya laşkerî yên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) li bajarê Eyn Îsa li bakurê Reqayê perwerdeya du tabûrên nû yên taypet dest pê kir, ku tevahî şervanên wê ji pêkhatiyên Ereb in.

Perwerdekara sekvaniyê Şîlan Berazî li ser vê xulê ji K24ê re wiha axivî: “Ji bo Hêzên Sûriyeya Demokratîk ev ji bo cara yekemîn xule sekvaniyê vedibe. Demeke dirêj şer li bakurê Sûriyê heye, ji ber wê jî pêwîstî heye ku hêzeke wê ya xurt hebe.”

Tabûrek ji wan taybet e bi endizyariya helkirina mayênan û ya din jî taybet e bi sekvanan. Li gor fermandariya akademiya laşkarî, ev her du xuleyên perwerdeyê dê 45 rojan dirêj bike, ku 60 şarvan tê de başdar in.

Rêveberê Akademiya Şehîd Ezîz Ereb Kanî Ehmed ji K24ê re got: “Xule 45 roj in û emê van xulan berdewam bikin. 35 heval ji xort û keç tevlî xuleya sekvaniyê bûne. Emê berdewam bin bi van xuleyan heta pêkhatina bingehên hemû beşên leşkerî di Hêzên Sûriyeya Demokratî de.”

Di demên dawî de HSD dest bi projeyên perwedekirina şarvanên xwe dike. Di heman demê de Amerîka û Hevpeymaniya Navdewlatî piştgiriya wê dike û di daxuyaniyên xwe de behsa zêdebûna hejmara şarvanan dike.