Amerîka tîmekê bo cibicîkirina aramiyê dişîne Sûriyê
K24 – Navenda Nûçeyan
Washington tîmekê bo cibicîkirina aramyê li navçeyên ji DAIŞê hatine rizgar kirin dişîne Sûriyê.
Rojnameya “New Yort Times” a Amerîkî ku li ser zarê hin berpirsên Amerîkî belav kiriye, rêveberiya serokê Amerîka biryar daye, ku tîmeke hevbeş ji wezareta derve û hêzên ewlehiyê li navçeyên ku nû ji DAIŞê hatine rizgarkirin û hêzên Amerîkî lê ne, belav bike.
Li gor rojnameyê, erkê wê tîmê ku ji 7 kesan pêk tê ew e, ji nû ve avedankirina navçeyên ku ziyan dîtine, rakirina bombe û mayînin, alîkarîkirina Sûriyan bo ji malên xwe vegerin, dabînkirina kehreb, ava pak û xizmetguzariyê ne.
Tê zanîn berê nêzîkî 900 leşkerên Amerîkî li ser xaka Sûriyê hene, şêwir û alîkariyê didin Hêzên Sûriyeya Demokratî (HSD)