Artêşa Sûryê li başûrê Efrînê ketiye amadebaşiyê de

"Armanca artêşa Sûryê ji çêkirina piştîneya ewlehiyê li başûrê Efrînê, parastina bajarokên Nubil û Zehra ye, ku li başûrê rojhilatê Efrînê dikevin".

K24 - Navenda Nûçeyan

Di demekê de, Hêzên Şeibî yên ser bi rêjêma Sûryê ve, ji navçeyên Efrînê vekişyane, lê li gorî zanyariyên Riwangeha Sûrî ji bo Mafên Mirovan, artêşa Esed li başûrê Efrînê ketiye amadebaşiyê de û piştîneyeke ewlehiyê çêkiriye.

Riwangeha Sûrî ji bo Mafên Mirovan, îro Duşem 12/3/2018an di daxuyaniyekê de ragihand, ku "Armanca artêşa Sûryê ji çêkirina piştîneya ewlehiyê li başûrê Efrînê, parastina bajarokên Nubil û Zehra ye, ku li başûrê rojhilatê Efrînê dikevin".

Niha şer gihiştiye nêzîkî Efrîn û li gorî daxuyaniyên fermandeyên YPG ku berî niha dabûn, artêşa Tirkiyê tenê du K.M dûrî navenda bajarê Efrînê ye û diyar kirin ku ew ji bajar dernakevin û qonaxeke nû ji berxwedanê destpê bikin.

Ev bû 53 roj in êrîşa artêşa Tirkiyê li ser navçeyên Efrînê berdewam e û heya niha bêtirî 230 welatiyên sivîl, bi sedema wî şerî şehîd bûne û li Kurdistan û welatên din yên cîhanê, xwepêşandan li dijî êrîşa Tirkiyê derdikevin û derbarê encamdana komkujiyan li Efrînê, civaka navdewletî  hişyar dikin.

N.O