Sûriyê Hejmara kuştiyên Sûrî di sala 2016an de

 

K24 – Navenda Nûçeyan

Kirîza li Sûriyê nêzîkî sala xwe ya şeşan bû û hîna çare jê re nehatiya dîtin. Di şerê navxweyê wî welatî de yê baca herî mezin jî dide sivîl in.

Rawengeha Sûrî ya Mafên Mirovan amara sala 2016an ya kuştiyên li Sûriyê belav kir, ku li gor wê di 2016 de nêzîkî 60 hezar kes hatine kuştin. Ev hejmar jî ji ya sala 2015an ne dûr e.

Amara kuştiyên li Sûriyê bê şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk. 60 hezar kes in 13 hezar û 617 sivîl, 2 hezar û 885 Zarok, 1 yek hezar û855 Jin û 8 hezar û 877 mêr in.