Jiyanameya 6 namzetên Serokomartiya Tirkiyê binase

Îro 6 kes ji bo Serokomartiya Tirkiyeyê hevrikiyê dikin. Jiyannameya her namzetî ji hevûdu balkêştir e. Lê xala wan a hevpar ew e ku her yek xwedî ezmûnên siyasî yên dûr û dirêj in. Ji wan namzetan îro kî ji sedî 50î zêdetir deng werbigre dê bibe serokomarê nû yê Tirkiyê û bi desthiltdariyeke xurt welatê xwe bi rê ve bibe.
kurdistan24.net

 

K24 – Navenda Nûçeyan

Îro 6 kes ji bo Serokomartiya Tirkiyeyê hevrikiyê dikin. Jiyannameya her namzetî ji hevûdu balkêştir e. Lê xala wan a hevpar ew e ku her yek xwedî ezmûnên siyasî yên dûr û dirêj in. Ji wan namzetan îro kî ji sedî 50î zêdetir deng werbigre dê bibe serokomarê nû yê Tirkiyê û bi desthiltdariyeke xurt welatê xwe bi rê ve bibe.

Îro milyonan dengdêrên Tirkiyê ji bo hilbijartina parlementer û serokomarê xwe diçin ser sindoqan û deng bikar tînin. Li pêşiya wan 6 namzetên Serokomariyê  hene û jiyannameya siyasî ya her namzetî ji hevûdu balkêştir e.

Recep Teyip Erdogan di sala 1954an de li Stenbolê hate dinyayê. Lê binemala wî ji bajarê Rîzeyê ye. Di sala 1976an de ket nav siyasetê. Sala 1986an de bû parlementer û sala 1994an de jî bû Şaredarê Stenbolê. Sala 2001an de AK-Partiyê damezirand û partiya wî di sala 2002 an de bi tena serê xwe bû desthilatdarê Tirkiyeyê. Erdogan piştî wê demê heta niha 11 sal Serokwezîrtî kir û ev 4 sal in jî Serokomar e.

Muharrem Înce jî di sala 1964an de li Yalovayê hate dinyayê. Sala 1995an de ji bajarê xwe bû namzetê parlementeriyê lê serneket. Lê di sala 2002an de gihişt mirada xwe û bû parlementerê CHPê. Înce ev 16 sal in bênavber parlementer e. 2 caran hewl da ku bibe Serokê CHPê, lê beramberî Kiliçdaroglu biser neket. Di dawiyê de Kiliçdaroglu ew kir namzetê Serokomartiyê.

Meral Akşener jî di sala 1956an de li Îzmîtê hate dinyayê. Di sala 1995an de bû parlementer. Piştî salek din jî bû Wezîra Navxwe. Di sala 2007an de bû parlementera MHPyê lê di sala 2016an de ji MHPyê hate dêrxistin. Wê jî sala borî Iyî Partiyê damezirand.

Selahetîn Demîrtaş di sala 1973an de hate dinyayê. Di sala 2004an de bû Serokê Şaxa Diyarbekirê yê Komeleya Mefê Mirovan. Sala 2007an de bû parlementer û heta niha jî bênavber parlementer e. Di sala 2010 an de jî bû Serokê BDPê. Lê BDP dema hate girtin, HDP ava bû û ew jî bû Hevserokê HDPyê. Demîrtaş 2014an de jî bû namzetê Serokomartiyê.

Selahetîn Demîrtaş di 4ê Çiriya Paşînê ya sala 2016an de hate girtin û heta niha jî zindanî ye.

Temel Karamollaoglu jî di sala 1941an de hate dinyayê. Sala 1977 an de bû parlementer. Karamollaoglu ser hev 2 caran bû şaredarê Sêwasê û 2 caran jî bû parleemnterê heman bajarî. Sala 2016an de jî Seroktiya Partiya Saadetê girt destê xwe.

Dogu Perînçek jî xelkê Dîlokê ye. Ji sala 1968an ve di nav siyasetê de ye. Seroktiya partiyên wekî TÎKP, Partiya Sosyalîst û Partiya Karkeran kir. Di sala 2008an de ji ber doza Ergenekonê hate girtin lê sala 2014an de hate berdan.

Ji van namzetan kî îro ji sedî 50î zêdetir deng werbigre dibe serokomarê Tirkiyeyê. Lê ger ti kes ji sedî 50î derbas neke hilbijartin dimîne ji gera duyemîn re. Du namzetên ku di gera yekem de dengên herî zêde bides xistine di gera duyemîn de careke din dê bikevin hevrikiyê.