Kurdistan Ji Belûken re cezaya heta hetayê tê xwastin

Ji Belûken re cezaya heta hetayê tê xwastin

K24 – Navenda Nûçeyan

Serdozgeriya Komarê ya Çêwlikê ji bo Parlementerê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Îdrîs Balûken cezaya heta hetayê xwest.

Li gor îdianameya Serdozgeriya Komarê yê Çêwlikê, Parlementerê HDPê Îdrîs Balukên bi endamtiya rêxistineke çekdar a terorê tê tohmetbarkirin û divê cezaya giran a heta hetayê ji bo wî were dayîn.

Îdrîs Balukên di 4ê Mijdarê de hatibû binçavkirin.

Herwiha îro jî, Serdozgeriya Komarê ya Diyarbekirê li ser Hevşaredara Bajarê Mezin ya Diyarbekirê Gultan Kişanak ku 25'ê Cotmehê hatibû binçavkirin û 30'ê Cotmehê hatibû girtin bi îddîaya ku " Rêxsitina terorî ya Çekdar" damezrandiye û "Propagandaya rêxistina terorî kiriye" bi daxwaza ku bi 230 salan cezayê girtîgehê were cezakirin doz vekir.