K24 barhilgirên neftê dibin Îranê belge kirin

Piştî rûdanên 16ê Cotmeh a 2017an bi rêkeftinên yekalî petrolê Kerkûkê ber bi Îranê ve tê rêkirin...

K24 – Navenda Nûçeyan

K24 barhilgirên ku neftê Kerkûkê dibin Îranê li deriyê sînorî yê Beşmexê belge kirin.

Rojane bi sedan barhilgirên neftê ji deriyê sînorî yê Beşmex ber bi bajarê Mêrîwan ê rojhilatê Kurdistanê ve diçin.

Ajokarên barhîlgiran ku nedixwestin lipêş kamerayan biaxifin diyarkirin ku, ji 16ê Cotmeh a 2017an ve rojane di navbeyna 30 heta 60 hezar bermîlan digihin bajarên Tebrîz û Kirmanşanê.

Piştî rûdanên 16ê Cotmeh a 2017an bi rêkeftinên yekalî petrolê Kerkûkê ber bi Îranê ve tê rêkirin.

Serokê Amerikayê Donald Trump di daxûyaniyekê de berî çendîn rojan destnîşankiribû ku, ji firoştina neftê ji alî Kurdan ve bo Îranê dilgiran e.

Ji aliyek din ve Wezîrê Enerjiyê yê Amerikayê Rick Perry di dema seredana xwe ya paytext Hewlêrê de destnîşan kiribû ku, dem a vejandina aboriya Kurdistanê hatiye û divê di ware enerjiyê de hevkariya Amerika û Kurdistanê xurttir bibe.

 

 

C.B