Viyan Dexîl: Postê Serok Komar ji bo PDK ye û ne ji mafê kesî ye

Dexîl: PDK di dema derbasbûyî de, gellek ji mafên xwe biqurbanî da ji bo berjewendiya aliyên din ên Kurdî, daku yekrêziyê biparêze, lê vê carê, postê Serokatiya Iraqê ji mafê PDKê ye.

K24 - Navenda Nûçeyan.

Endama berê ya Perlemana Iraqê (Viyan Dexîl) ragihand, ku postê Serokatiya Iraqê taybet bi Partiya Demokrat a Kurdistanê ye.

Viyan Dexîl di hevdîtineke televizyonî de got: Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) di dema derbasbûyî de, gellek ji mafên xwe biqurbanî da ji bo berjewendiya aliyên din ên Kurdî, daku yekrêziyê biparêze, lê vê carê, postê Serokatiya Iraqê ji mafê PDK ye.

Dexîl tekez kir, ku Serok Barzanî dikare di çend çirkeyan de wê pirsê yekalî bike û berbijarekî Kurd ji bo wergirtina wî postî destnîşan bike.

N.O