Tirkiyê navê Salih Mislimî xist nav lîsta terorê de

Hikûmeta Tirkiyê ji bo girtina Salih Mislim milyon dolar wek xelat destnîşan kiriye.

K24 - Navenda Nûçeyan

Wezareta Navxwe ya Tirkiyê, navê 210 kesan li lista xwe ya terorîstan zêde kir û di nava wan kesan de, Berpirsê siyaseta derve yê TEV-DEMê û hevserokê berê yê PYDê Salih Mislim jî heye.

Herwiha Hikûmeta Tirkiyê ji bo girtina Salih Mislim milyon dolar wek xelat destnîşan kiriye.

Berî niha wezareta Derve ya Tirkiyê li Enqerê pêşwaziya Salih Mislim kiribû û di dema êrîşa çekdarên DAIŞê de li ser bajarê Kobanê, Salih Mislim serdana Tirkiyê kiribû û li gel berpirsê MÎTê Hakan Fîdan jî civiya bû.