Amerîka firokeyên F35 dişîne Rojhilata Navîn

Fermandeya Amerîkî ya hêzên deryayî ragihand, ku wê keştiyeke firokehelgir şandiye Rojhilata Navîn û hejmarek ji firokeyên F35 li ser pişta wê keştiyê ne.

K24 - Navenda Nûçeyan

Yekem kerwanê firokeyên cengî yên Amerîkî ji corê F35, ji bo Rojhilata Navîn hate şandin.

Fermandeya Amerîkî ya hêzên deryayî ragihand, ku wê keştiyeke firokehelgir şandiye Rojhilata Navîn û hejmarek ji firokeyên F35 li ser pişta keştiyê ne û nêzîkî pênc hezar serbaz, li ser wê hatine erkdarkirin.

Artêşa Amerîkî di daxuyaniyekê de zelal kir, ku ew keştî wê şeş mehan çalakiyan li Rojhilata Navîn bike.

Ev yekem car e Amerîka firokehelgirekê dişîne navçeya Rojhilata Navîn, ku firokeyên ji corê F35 li ser pişta wê hene û ew cor, ji bihêztirîn corên firokeyên cengî yên Amerîkî ne.

N.O