PKK: Pirojeyê PYD li Sûryê ne pirojeyekî Kurdî ye
K24 - Navenda Nûçeyan
Endamê konseya rêvebir a KCK Riza Altûn ji rojnameya Ukaz ya Siûdî re ragihand, ku pêwendiyên wan wek PKK li gel hikûmeta Sûriyê hene û ewê berdewam bin.
Riza Altûn derbarê hebûna navê wan di lîsta terorê de li cem Amerîka got: "Amerîka li dijî PKK piştevaniya Tirkiyê dike, ji ber vê jî şerê PKK li dijî Tirkiyê tê wateya şerê wê li dijî Amerîka jî."
Altûn li ser rewşa Rojavayê Kurdistanê diyar kir, ku pirojeyê PYDê li Sûryê ne pirojeyekî Kurdî ye û pêwendiya PYDê jî bi hikûmeta Sûriyê re heye.
Girêdayî pirsa Efrînê navhatî tekez kir, ku bê razîbûna Rûsya û Îranê, Tirkiye nikare derbas bibe û heger derbas bibe wê demê wê Sûrya dabeş bibe.