“Ji ber Plana Amerîkayê, Tirkiye lezê dide operasyona Efrînê”

Pisporên Tirkiyê dibêjin ev pêngava Amerîkayê ya nû, Tirkiyê dê zêdetir nêzîkî Rûsyayê bike û ligel vê yekê dê operasyona bo Efrînê jî leztir bike.

K24 – Enqere

Amerîka ku piştevaniya xwe ya bo YPG/PYD berdewam dike, dixwaze pêwendiyên xwe xurtir bike. Ev hewla Amerîkayê di navbera Enqere û Washîngtonê de, rê li ber rageşiyek nû vekir. Pisporên Tirkiyê dibêjin ev pêngava Amerîkayê ya nû, Tirkiyê dê zêdetir nêzîkî Rûsyayê bike û ligel vê yekê dê operasyona bo Efrînê jî leztir bike.

Di şerê navxweyî yê Sûriyê de Amerîkayê li dijî DAIŞê alîkariya YPG/PYDê kir û dixwaze vê alikariya xwe di heyamên bê de di warê dîplomatîk de jî pêk bîne. Li gorî ajansekê ku navenda wê London e, rêveberiya Amerîkî dike ku stratejiyeke nû ji bo Sûriyeyê diyar bike û di warê dîplomasiyê de jî gavan biavêje. Li gel vê yekê Wezîrê bergiriyê yê Amerîkayê Jim Mattis jî di axaftinek xwe de gotibû ew ê dîplomatên xwe bişînin herêmê.

Ev yek ji aliyê Tirkiyê ve bi awayekî tund hate şermezarkirin. Li gorî pisporên Tirkiyê ev yek beşek ji plana nû ya Amerîkayê ya li Rojhilata Navîn e û Tirkiye jî dê hemberî vê yekê gavên xwe biavêje.

Bi boçûna Sûleyman Erdem Serokê SASAMa ku li Enqerê yek ji saziya ramanan ya giringe, ji ber vê plana Amerîkayê ya nû dibe ku Tirkiye operasyona Efrînê zûtir bide destpêkirin.

Serokê SASAMê Sûleyman Erdem ji K24ê re wiha axivî: “Ji xwe di serî de planek Amerîkayê ya wiha hebû ji bo Sûriyê. Lê belê Tirkiyê bi operasyona Mertala Ferêt pêşiya Amerîkayê girtibû. Amerîka niha bi van planên xwe dixwaze ku Tirkiyê li Sûriyê bixe tengasiyê de. Lê belê di destê Tirkiyê de jî operasyona Efrînê heye. Dema Amerîka li Sûriyê polîtîkayeke dijî Tirkiyê bi rê ve bibe dibe ku Tirkiye jî opersyona Efrînê di demek zûtir de bide destpêkirin.”

Bi boçûna Can Acunê li saziya ramana SETA ya nêzîkê Hikûmetê de wek pisporê Rojhilata Navîn dixebite jî Amerîka bi vê planê dixwaze tola Orşelmê hilde, lê dê ev yek Tirkiyê zêdetir nêzîkî Rûyayê bike

Pisporê Rojhilata Navîn Can Acun got: “Ev hewla Amerîkayê bi tu awayî ji aliyê Tirkiyê ve nayê qebûlkirin. Amerîka teqez dixwaze Tirkiyê ceza bike. ji ber ku Tirkiyê di meseleya Orşelmê de pêş çavê hemû cîhanê Amerîka tenê hişt, loma Amerîka jî bi plan û hewlên xwe dixwaze tola vê yekê hilde. Helbet ev yek wê Tirkiyê zêdetir nêzîkî Rûsyayê bike. Demên pêşiya me de dibe ku Tirkiye û Rûsya li hemberî vê hewla Amerîkayê, operasyona Efrînê bi hev re pêk bînin.”

Tirkiye li Idlîbê ji bo operasyona Efrînê navendên çavdêriyê ava kirine û leşkerên xwe bicih kirine. Li gel vê yekê li ser sînorê Sûriyê lez daye amadekeriyên leşkerî. Herwiha rayedarên hikûmetê jî amaje pê dikin, ku demek nêz de ev operasyon wê dest pê bike.

 

https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/3579c2ef-52c3-44f0-8870-2de884d90c00/010918ANZ.ism/manifest