Urdin: Em nema karin pêşwaziya penaberên Sûrî bikin

Peyvdara Hikûmeta Urdinê Cumana Xinêmat ragihand, ku karînên welatê wê ji bo pêşwazîkirina pêleke nû ya penaberên Sûrî nema ne.

K24 - Navenda Nûçeyan

Peyvdara Hikûmeta Urdinê Cumana Xinêmat ragihand, ku karînên welatê wê ji bo pêşwazîkirina pêleke nû ya penaberên Sûrî nema ne.

Cumana Xinêmat tekez kir, ku ew dest ji rola xwe ya mirovatî bernadin, lê bi destpêkirina operasyonan li başûrê Sûryê, ew nikarin pêşwaziya pêleke nû ya peneberan bikin.

Xinêmat got jî: Divê tevahiya aliyan, di nav axa Sûryê de serederiyê li gel wê pêla penaberiyê bikin.

Wê berpirsa Urdinî zelal kir, ku ewê berdewam li gel rêxistinan kar bikin ji bo alîkariya penaberan bikin.

Li gorî amarên Netewên Yekgirtî, nêzîkî 700 hezar penaberên Sûrî li Urdinê dijîn, lê Emmana paytexta wî welatî dibêje, nêzîkî milyonek û 300 hezar penaberên Sûrî li Urdinê dijîn.

N.O