NASA dema dîdara di navbera mirov û afirandiyên ezmanî de eşkere dike

NASA: Çêdibe di heyama 20 salên dahatî de, hesareyeke guncayî ji bo jiyanê bê dîtin û dibe ku afirandiyên ezmanî jî li ser wê hesareyê hebin.

K24 - Navenda Nûçeyan

Hejmarek ji zanayên ajansa NASA ya valahiyê, eşkere kirin ku dibe di heyama 20 salên dahatî de, hesareyeke guncayî ji bo jiyanê bê dîtin û dibe ku afirandiyên ezmanî jî li ser wê hesareyê hebin.

Di çend salên derbasbûyî de, çendîn pêşketinên mezin di warê gerdûnzaniyê de çêbûne, bêtirî 3500 hesare hatin destnîşankirin, ku di çarçoveya sîstemeke din li dora rojê digerin, gerdûnzan didin xuyakirin ku ewê ji niha heya 20 salên din, bikaribin armancên xwe bicî bikin û jiyanê ji derveyê hesareya me bibînin.

Herweha diyar dikin, ku eger heye di van 20 salan de, mirov karibe afirandiyên ezsmanî jî bibînin, ku heya niha tenê pêşbîniya hebûna wan tê kirin û ti nîşaneke xurt li ser hebûna wan nehatiye dîtin.