WSJ: Îran û Hizbullah mezintirîn metirsî hemberî Amerika ne

Rojnameya navdar a Amerîkî The Wall Street Journal, mezintirîn metirsiya hemberî Amerika Iran û Hizbullah binav kir.

K24 – Navenda Nûçeyan

Rojnameya navdar a Amerîkî The Wall Street Journal, mezintirîn metirsiya hemberî Amerika Iran û Hizbullah binav kir.

Ligor serkaniyek ji Koşka Spî ku nexwestiye nave wî were eşkerekirin, Serokê Amerika Donald Trump, bi rêya bihêzkirina bergiriya hewayî ya Erebistana Siûdî û rêgirî liber rêkirina çekên Îranî li Rojhilata Navîn, di nav hewldanan de ye ku bandora Îranê li navçeyê lawaz bike.

Di heman nûçeyê de tê diyarkirin: Ji Rojhilata Navîn re mezintirîn metirsî Hizbullah û hêzên Îranî ku ji alî Îranê ve tên biçek kirin in. Trump niha liser vê pirsê diraweste û dixwaze vê metirisyê ji hole rake. Amerika bihêzkirina hêza hewayî ya Erebistana Siûdî ku bi 15 milyar dolaran rêkeftin ligel Amerika pêkanî, dixwaze di demek nêzîk de pêk were.Herweha Amerîka hewl dide, firotina çekên Îranî sînordar bike.”