Live TV RADIO

KURDISTAN24

  • Erbil
  • -
  • Türkçe
  • |
  • English
  • |
  • Kurdî
  • |
  • فارسی
  • |
  • عربي
  • |
  • كوردی
KURDISTAN 24
  • Nûçe
    • Kurdistan
    • Iraq
    • Tirkiye
    • Îran
    • Sûriye
    • Rojhilata Navîn
    • Cîhan
  • Aborî
    • Kurdistan
    • Cîhan
  • Werziş
    • Kurdistan
    • Giştî
  • Çand
    • Muzîk
    • Sînema
    • Pirtûkxane
    • Şano
    • Helbest
  • Magazîn
    • Tenduristî
    • Geştyari
    • Teknelojiya
    • Giştî
    • Jîngeh
  • Hevpeyvîn
    • Siyasî
  • Gotar

Derbarê Me | Peywendî  | Appên | Derfatên kar

Kurdistan

Nêçîrvan Barzanî kandîdê Serokê Herêma Kurdistanê ye

Kurdistan24 Hewlêr Kurdistan24 Hewlêr |

Nêçîrvan Barzanî kandîdê Serokê Herêma Kurdistanê ye
Nêçîrvan Barzanî

K24 – Navenda Nûçeyan

Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) biryar da, Nêçîrvan Barzanî ji bo posta Serokê Herêma Kurdistanê bibe kandîd, piştî ku posta Serokatiya Herêma Kurdistanê di Parlemantoya Kurdistanê de bê aktîvkirin.

Piştî civîna îro ya Encûmena Serkirdatiya PDKê bi serperiştiya Serok Mesûd Barzanî birêve çû, Peyvdarê Polîtburoya PDKê Mehmûd Mihemed di konferanseke rojnamevanî de got: “Piştî aktîvkirina posta Serokê Herêma Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî ji bo posta Serokê Herêma Kurdistanê hat pêşniyazkirin, ji ber ezmûna wî di hikûmraniya Herêma Kurdisatanê de.”

Piştî ku Serok Barzanî di meha Cotmeha sala bûrî de razî nebû dema Serokatiya Herêma Kurdistanê ji wî re bê dirêjkirin, Parlemantoya Kurdistanê roja 29 Cotmeha 2017an desthilatên Serokê Herêma Kurdistanê bi ser hikûmet, parlemanto û desthilata dadweriyê ve dabeş kir û ew post vala ma.

Di hilbijartinên 30î Îlona bûrî de, PDKê karî piraniya dengan bidest bixe û bibe xwediyê 45 kursiyên Parlemantoya Kurdistanê û xwedî bihêztirîn fraksiyona Parlemantoyê. Tê çaverêkirin fraksiyona PDKê bi fraksiyon û lîsteyên din re di zûtirîn derfet de û piştî diyarkirina Desteya Serokatiya Parlemantoyê, kar ji bo aktîvkirina Serokatiya Herêma Kurdistanê bike û Nêçîrvan Barzanî wek Serokê Herêma Kurdistanê destnîşan bike.

Nêçîrvan Barzanî wek Serokwezîrê Herêma Kurdistanê di çendîn qonaxên hestiyar de berdewam bû û erkê birêvebirina hikûmetê de girtibû ser xwe.  

Bi taybet di dema yekxistina her du îdareyên hikûmetê û pêkanîna kabîneya pêncem bi hevbeşiya PDK û YNKê, ku karî zemîna yekgirtinê amade bike û hikûmetê bike yek tîm. Herwiha piştî bûyerên 16ê Cotmeha sala 2017an karî bi roleke bibandor rabe û beşek mezin ji qeyran û dorpêçên ku ji aliyê hikûmeta Iraqê û welatên derdorê li ser Herêma Kurdistanê bişikîne.

Nêçêrvan Barzanî:

Nêçîrvan Barzanî rêbertiya her du kabîneya pêncem 2006 ta 2009 û kabîneya heftem ji 2012 tan 2014 kir û di meha Hezîrana 2014an de wek Serokwezîrê Hikûmeta Herêma Kurdistanê hat destnîşankirin û bi rola destpêşxerî û pêşengiya hejmarek pêşveçûnên stratejîk li Herêma Kurdistanê rabû.

Nêçîrvan Barzanî neviyê Rêberê Netewî yê Kurd û Damezrênerê Partiya Demokrat a Kurdistanê Serok Mistefa Barzanî ye, di sala 1966an li gundê Barzan ji dayik bû. Kurê Îdrîs Barzanî ye ku serkirdeyekî pêşeng ê PDKê bû û jiyana xwe ji bo bidestxistina mafên rewa yên gelê Kurd terxan kiribû.

Nêçîrvan Barzanî wek bav û bapîrê xwe bi çalakvane beşdarî karûbarên siyasî yên Kurd bû û di nava rêzên Partiya Demokrat a Kurdistanê de bilind bû û di Kongreya Dehem a sala 1989an de ji bo Serkirdatiya PDKê de hat hilbijartin, di kongreyên pê re jî dubare hat hilbijartin.

Di sala 1996an wek Cîgirê Serokwezîrên Hikûmeta Herêma Kurdistanê hat destnîşankirin, ku piştî hilbijartinên sala 1992an hatibû damezrandin. D sala 1999an de wek Serokwezîr hat destnîşankirin. Di Adara 2006an de ji bo rêbertiya kabîneya pêncem hat hilbijartin, ku yekem kabîneya yekgirtî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê bû.

Nêçîrvan Barzanî xwedî hejmarek destpêşxeriyên siyasî bû, ku armanc jê başkirina asta jiyana xelkê, civak û rewşa Herêma Kurdistanê bû. Ji nava wan, siyaseta bihêzkirina samanên xwezayî, girîngîpêdana bi pêwendiyên abûrî û ramyarî ligel welatên cîran û civaka navdewletî, pêkanîna aboriyeke navxweyî ya bihêz, girîngîpêdana bi webirhênana derveyî, berevanîkirina li mafên jinan, girîngîpêdana bi xwendina bingehîn û bilind, avedankirina tevahiya jêrxaneya Herêma Kurdistanê.

Nêçîrvan Barzanî bi endezyarê sereke yê serkeftina Herêma Kurdistanê tê binavkirin, xwediyê nerîneke taybet e di siyaseta civakî, ramyarî û aboriya hikûmetê ye bi armanca pêşvebirina jiyana welatiyan li Herêma Kurdistanê, herwiha pêşvebirina pêwendiyên ligel Tirkiye û siyaseta petrol û gazê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê.

Nêçîrvan Barzanî hevjînê Nebîle Barzanî ye û sê kur û du keçên wî hene. Zimanê Kurdî, Farisî, Îngilîzî û Erebî dizane.  

 

S. B

Wêneyê Peywendîdar
Nûçe Peywendîdar
24 Demjimêr Berê
01 YNKê daxwazekê arasteyî PDKê dike
02 Desteya Serokatiya Parlemantoya Kurdistanê hat hilbijartin
03 Civîna Parlemantoya Kurdistanê dest pê kir
04 Li Hesekê teqîn: 4 ji hêzên ewlehiyê yên rêjîma Sûriyê birîndar bûn
05 Daxwaza YNKê bo beşdarî civîna Parlemantoyê aşkere dibe
06 Pişkê Goranê ji hikûmetê aşkere dibe
Heftiya Borî
01 YNKê daxwazekê arasteyî PDKê dike
02 Desteya Serokatiya Parlemantoya Kurdistanê hat hilbijartin
03 Civîna Parlemantoya Kurdistanê dest pê kir
04 Li Hesekê teqîn: 4 ji hêzên ewlehiyê yên rêjîma Sûriyê birîndar bûn
05 Daxwaza YNKê bo beşdarî civîna Parlemantoyê aşkere dibe
06 Pişkê Goranê ji hikûmetê aşkere dibe
Meha Borî
01 YNKê daxwazekê arasteyî PDKê dike
02 Desteya Serokatiya Parlemantoya Kurdistanê hat hilbijartin
03 Civîna Parlemantoya Kurdistanê dest pê kir
04 Li Hesekê teqîn: 4 ji hêzên ewlehiyê yên rêjîma Sûriyê birîndar bûn
05 Daxwaza YNKê bo beşdarî civîna Parlemantoyê aşkere dibe
06 Pişkê Goranê ji hikûmetê aşkere dibe
Herî li pêş
    Gotar
    Nûredîn Zaza: Rewşenbîr, siyasetvan û mirov
    Min di hemû jiyana xwe de kêm meriv nas kirine ko wek Doktor Nûredîn (Yûsif) Zaza serbilind, pak, paqij, dilsoz, gentelman û bi dil û can Kurdistanî bin...
    Nûredîn Zaza: Rewşenbîr, siyasetvan û mirov
    Omar Şêxmûs
    Tirkiye ji Soçî destvala vegeriya?
    Cemal Batun:
    Tirkiye ji Soçî destvala vegeriya?
    Hukimeta bihêz çawa çêdibe?
    Selîm Giresorî:
    Hukimeta bihêz çawa çêdibe?
    Hemû parçeyên Kurdistanê divê ji hiqûqa hevdu re rêz bigrin
    İbrahim Gûçlû:
    Hemû parçeyên Kurdistanê divê ji hiqûqa hevdu re rêz bigrin
    Dîroka Rexne ya Edebî li Devera  Badînan
    Rebî Zêbarî:
    Dîroka Rexne ya Edebî li Devera Badînan
    • Nûçe
    • Kurdistan
    • Iraq
    • Tirkiyê
    • Îran
    • Sûriyê
    • Rojhilata Navîn
    • Cîhan
    • Baş
    • Aborî
    • Werziş
    • Çand
    • Magazîn
    • Hevpeyvîn
    • Gotar
    • Xizmet
    • Frequency
    • Zindî
    • Appên
    • RSS
    © Copyright 2019 Kurdistan 24 – All rights reserved

    Nexşeya Malperê | Siyaseta Parastina Nehêniyan | Derbarê me | Pêwendi  |  Derfatên kar


    Nexşe danin û Pêk anin: AwroSoft (AP.)