Amerîka HSD hişyar dike heger vegera hembêza Esed

Generalekî pilebilind ê Amerîkî Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) hişyariyê dike, heger hevpeymaniyê bi rêjîma Sûriyê û Rûsyayê re bike, dê piştevaniya xwe jê re rawestînin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Generalekî pilebilind ê Amerîkî Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) hişyariyê dike, heger hevpeymaniyê bi rêjîma Sûriyê û Rûsyayê re bike, dê piştevaniya xwe jê re rawestînin.

Fermandarê Amerîkî Paul LaCamera ji rojnamevanan re ragihand, heger HSD bi rêjîma Sûriyê yan bi Rûsyayê re lihev kir, ew wek hevpeyman ji HSDê re namînin û dê hemû pêwendî û piştgîriya xwe jê re rawestînin.

Wî fermandarê Amerîkî HSD hişyar kir jî, yasayên Amerîkî hevpeymaniya bi Rûsya û hêzên Beşar Esed re qedexe dike.

Lê di heman demê de got, Amerîka dê berdewam be bi pirçekirin û rahênankirina HSDê, heger HSD wek hevpeymana wan man.

Ev daxuyaniya wî generalê Amerîkî piştî wê yekê tê, duhî Nûnerê Taybet ê Amerîka bo Karûbarên Sûriyê James Jeffery li Konferansa Asayişa Cîhanê ya Munchenê got: Piştî vekişîna hêzên Amerîka ji Sûriyê, Amerîka razî nabe rêjîma Sûriyê li şûna hêzên wê bicih bibe.

 

S. B