Çavuşoglu: Operasyona rojhilatê Firatê bi vekişîna Amerîka ve ne girêdayî ye

Hikûmeta Tirkiyeyê radigihîne, operasyona li dijî rojhilatê Firatê ne girêdayî bi vekişîna hêzên Amerîkayê ve ye.

K24 – Navenda Nûçeyan

Hikûmeta Tirkiyê radigihîne, operasyona li dijî rojhilatê Firatê ne girêdayî bi vekişîna hêzên Amerîkayê ve ye.

Li gor ajansa “AA”, Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mewlût Çavuşoglu dibêje, wan berî biryara vekişîna hêzên Amerîkayê operasyona xwe ya dijî rojhilatê Firatê eşkere kiribû. Lewma operasyona wan ne girêdayî bi vekişîna Amerîkayê ve ye.

Lê berpirsên ewlekariya Amerîkayê bizav dikin ku Trump dest ji biryara xwe berde. John Bolton û hinek kesên din naxwazin Amerîka ji Sûriyeyê vekişe. Lê ji bo Tirkiyê ya girîng soza Trump e û welatên super ji soza xwe nayên xwarê.

Şêwirmendê Asayişa Netewî ya Amerîka John Bolton berî çend rojan got, ew naxwazin ji piştî vekişîna hêzên wan ji Sûriyê, Tirkiye operasyona leşkerî li navçê encam bide û divê di wê derbarê de hevahengiyê bi Washingtonê re bike. Herwiha Bolton got: “Amerîka bê parastina Kurdan ji Sûriyê venakişe.

Serokomarê Tirkiyê Recep Teyip Erdogan rexne li daxuyaniya Bolton girt û got, ew bibiryar in dê operasyona li dijî rojhilatê Firatê bikin.  

 

S. B