Tirkiye bajarê Efrînê bi giranî topbaran dike: 6 birîndar

Artêşa Tirkiyê bi demjimêrên destpêkê yên îro re navenda bajarê Efrînê da ber topan û di encamê de 6 kes ji yek malbatê birîndar bûn.

K24 – Navenda Nûçeyan

Artêşa Tirkiyê bi demjimêrên destpêkê yên îro re navenda bajarê Efrînê da ber topan û di encamê de 6 kes ji yek malbatê birîndar bûn.

Şanderê K24ê bo Efrînê da zanîn, demjimêr 1:00 berdestê sibê artêşa Tirkiyê navenda bajarê Efrînê topbaran kir, ku hejmarek top li taxa Eşrefiyê û dusaita rojava li nêzîkî nexweşxaneya Avrînê ketin.

Peyamnêrê me got jî, di encama topbarana li ser taxa Eşrefiyê de 5 zarok û diya wan ve birîndar bûn û ji bo nexweşxaneya Avrînê hatin veguhastin. Herwiha gelek ziyanên madî jî gihêştin mal û otombîlên sivîlan.

 

Zarokên Efrînê yên ji encama topbaran artêşa Tirkiyê birîndar bûne / 21.02.2018
Zarokên Efrînê yên ji encama topbaran artêşa Tirkiyê birîndar bûne / 21.02.2018

Ev topbarana ji navenda bajarê Efrînê di demekê de ye, duh beşek ji hêzên Berevaniya Şeibî yên ser bi artêşa Sûriyê ve bi çekên xwe ve gihîştin bajarê Efrînê.

Peyvdarê bi navê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) Nûrî Mehmûd di daxuyaniyekê de ragihand, wan ji Hikûmetê xwast ku artêşa xwe bişîne, da ku berevaniyê di ber Efrînê de bike û sînorên xwe li dijî vê êrîşê biparêze.

Li gor zanyariyên peyamnêrê K24ê Ekrem Salih jî, ew hêza gihiştiye Efrînê dê li navçeyên sînorî bên belavkirin û erkê wan ew e, li gel YPGê rûbirûyî êrîşa Tirkiyê be.

Peyamnêrê K24ê diyar kir jî, duh dema hatina wê artêşa Tirkiyê karwanek hêza Berevaniya Şeibî topbaran kir û eger heye du milîsên wê hêzê hatibin kuştin.

 

Milîsên Berevaniya Şeibî diçin Efrînê
Milîsên Berevaniya Şeibî diçin Efrînê

Ji aliyê xwe ve jî, Serokê Tirkiyê Recep Tayip Erdogan got: "Me milîsên ser bi Esed ve neçar kir ku bi paş ve vegerin. Em rê nadin ti girûpekê ku derbasî Efrînê bibe".

Piştî belavbûna dîmenên çûna "Milîsên Sûrî" ji bo Efrînê, Serokê Tirkiyê red kir, ku ew hêz derbasî Efrînê bûbin û got: "Bi sedema topbarana artêşa Tirkiyê me ew neçar kirin ku vegerin ew cihê ku jê hatibûn".

Erdogan got jî: "Me li gel serokê Rûsya Vladimir Putin û serokê Îranê Hesen Rûhanî, derbarê Efrînê lihev kiriye û pirsa çûna artêşa Sûryê ji bo Efrînê bidawî hatiye".

 

S. B