Qamişlo.. 2 zarokên DAIŞê yên biyanî radestî malbata wan bûn

Li bajarê Qamişlo 2 zarokên endamekî DAIŞê radestî kesûkarên xwe bûn, li gorî berpirsên Rêveberiya Xweser bi sedan malbatên DAIŞê li cem wan hene û ta nuha gelek dewlet wergirtina wan red dikin.
kurdistan24.net

 

K24 – Qamişlo

Li bajarê Qamişlo 2 zarokên endamekî DAIŞê radestî kesûkarên xwe bûn, li gorî berpirsên Rêveberiya Xweser bi sedan malbatên DAIŞê li cem wan hene û ta nuha gelek dewlet wergirtina wan red dikin.

Ev her 2 zarok ji beriya çend mehan ve li bendî dîtina dayika xwe ne. ev her 2 zarok ji aliyê bavê xwe hatibûn revandin berî ku tevlî DAIŞê bibe. Piştî kontrolkirina bajarê Reqayê bav tê kuştin û her 2 zarokên temen 6, û 10 salî ji aliyê hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) ve têne bicîkirin. Piştî danûstandina bi berpirsên Rêveberiya Xweser re, parêzerê Brîtanî Klive Smith karî her 2 zarokên ji welatê Tirînîdad radestî dayika wan bike, ew tekez dike jî ewê ji bo pirsa radestkirina girtiyên DAIŞê karê xwe berdewam bike tevî ku hin dewletên Ewrupî ji bo vê mijarê ne alîkar in.

Parêzerê Brîtanî Klive Smith di konferanseke rojnamevanî de got: “Ez ji Brîtaniyê me, hikûmeta Brîtanî bi neyênî vê mijarê dişopîne. Ez dizanim gelek pirsgirên girtiyên DAIŞê hene û ji bo vê yekê gelek kar di warê yasayî de tê kirin.” 

Li gorî berpirsên Rêveberiya Xweser bêhtir ji 2 hezar jin û zarokên çekdarên DAIŞî li cem wan in, ji bilî sedên çekdaran ku di girtîgehan de ne, di riya Desteya Karê Derve re Rêveberiya Xweser têkilî bi welatên van çekdaran re kiriye, lê piraniya van dewletan wergirtina welatiyên xwe red dikin. Berpirsên Desteyaa Karê Derve didin zanîn jî ku berdewamiya hebûna van çekdaran metirsiyan li ser deverê peyda dike.

Cîgirê Hevserokatiya Nivîsgeha Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser Fener Fener El-Giêt ji K24ê re got: “Gelek dewletan nasname ji welatiyên xwe yên endamê DAIŞê kişandine, ji bo vê yekê jî em li ser avakirina dadgeheke navdewletî kar dikin û ta nuha ev kar berdewame da em li gorî pîvanên wê van çekdaran dadgeh bikin.”

Pirsa girtiyên DAIŞê yên li cem Rêveberiya Xweser yek ji mijarên ku bi awayekî berdewam kar ji bo wê tê kirin, lê ta nuha li gorî berpirsên Rêveberiya Xweser piraniya welatên ku endamên DAIŞê jê jidayik bûne bi neyênî bersiva wan didin nemaze welatên Ewropî û ev yek metirsiyên mabûna van girtiyan di deverê de zêdetir dike.