Wezareta Pêşmerge derbarê vegera DAIŞê hişyariyê dide

Wezareta Pêşmerge ya Herêma Kurdistanê hişyariyê dide, DAIŞ xwe li navçê birêxistin dike.

K24 – Navenda Nûçeyan

Wezareta Pêşmerge ya Herêma Kurdistanê hişyariyê dide, DAIŞ xwe li navçê birêxistin dike.

Rêvebirê Ragihandin û Hişyariyê di Wezareta Pêşmergên Herêma Kurdistanê de Helgurd Hîkmet ragihand, çekdarên DAIŞê li navçeyên sînorî yên parêzgeha Kerkûk û Neynewayê dest bi tevgera leşkerî kirine, ev jî wateya wê yekê dide, ku DAIŞ bi niyaz e xwe li navçê birêxistin bike.

Helgurd Hîkmet amaje bi wê jî da, reng e di rojên pêş de DAIŞ çalakiyên xwe li sînorê wan her du parêzgehan zêdetir bike.

Demek e tevgera çekdarên DAIŞê li hin navçeyan dest pê kiriye û çend car in jî êrîşî li ser hêzên Iraqê kirine.

Berê jî berpirsên bilind ên Iraqî hişyariya vegera wê rêxistinê dan û ragihandin, hîna metirsiyên DAIŞê li ser navçê bidawî nebûne.

 

S. B