Cihan McMaster: Bi Rûsyayê re danûstandinên cidî dikin

McMaster: Bi Rûsyayê re danûstandinên cidî dikin
Şêwirmendê Asayişa Netewî ya Amerîka Herbert McMaster

K24 – Navenda Nûçeyan

Şêwirmendê Asayişa Netewî ya Amerîka Herbert McMaster ragihand, dem hatiye ku ligel Rûsyayê danûstandinên cidî derbarê piştevaniya wê ji rêjîma Sûriyê re bikin.

Herbert McMaster ji kenala “ABC” a Amerîkî re ragihand, piştevaniya Rûsya ji rêjîma Beşar Esed re bû sedema şerekî navxweyî li Sûriyê rû bide. Herwiha hêşt ku krîz û pirsgirêk li Iraq, herêmê û li welatên ku cîranên Ewropa ne mezin bibin.

McMaster got, piştevaniya Rûsyayê ji vê rêjîma hovane û hin karên wê yên xirab li Ewropayê re cihê lêpirsînê ne, loma dem hatiye ku danûstandinên cidî bi Rûsyayê re bikin.

Roja 4 Nîsanê, gundê Xan Şêxon û hin deverine din ji Idlibê bi çekê kîmawî (Gaza Sarîn û Klorê) hate bombebarankirin. Di encamê de bêhtir ji 100 kesî canê xwe jidest dan û bêhrir ji 400 kesên din jî birîndar û tûşî bihntengiyê bûn.

Amerîka ku rêjîma Esed bi wê komkujiyê tuhmetbar dike, roja 7 Nîsanê, bi fermana Serokê Amerîka Donald Trump bi 59 mûşekên Tomahok êrîşî firokxaneya Şuayrat ya li parêzgeha Humsê kir.

Sûriyê red kir ku wê ew êrîşa li Xan Şêxonê encam dabe, Rûsyayê jî hişyarî da Amerîka ku dibe encamine xirab ji êrîşa wê derkevin.