Tirkiye: Pêwendiyên me û Rûsya bi axaftinên Macron têk naçin

Çawîşoglû: Macron xwest beşdarî civîna bi Îran û Rûsya re bibe, lê nehat qebûlkirin. Ev yek berî êrîşên Dûmayê bû.

K24 - Navenda Nûçeyan

Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mewlûd Çawîşoglû bersiva gotinên serokê Frensa Emmanuel Macron da û got: Pêwendiyên me bi Rûsya re bihêz in û bi gotinên Macron xerab nabin.

Çawîşoglş û sikirtêrê giştî yê NATOyê Jenis Stoltenberg, piştî hevdîtinên du alî, kongireke rojnamevanî hevbeş li gel sikirtêrê giştî yê NATOyê lidar xist. Li ser gotinên Serokê Frensayê Çawîşoglû got: "Dibe ku li Sûryê derbarê hin mijaran, em newek Rûsya bifikirin, lê pêwendiyên me bi Rûsya re, bi gotinên Macron xerab nabin".

Da xuyakirin, "Gellek hevpeymanên Ewropa ji rastiyê dûr in, daxuyaniyên Macron ji hêla gellek welatan ve nehatin piştrastkirin. Divê wek Serokekî daxuyaniyan bide. Macron xwest beşdarî civîna bi Îran û Rûsya re bibe, lê nehat qebûlkirin. Ev yek berî êrîşên li Dûmayê bû".

Duh serokê Frensa Emmanuel Macron ragihand, ku êrîşa wan ya hevbeş li gel Amerîka û Birîtanya rewa bû û wê êrîşê pêwendiyên Tirkiyê û Rûsya têk daye û herdu alî jihev cuda kiriye.

N.O