Holenda û Belcîka û Litwanya rahênana Pêşmerge berdewam dikin

Welatên NATO: Rahênankirina hêzên Pêşmergên Kurdistanê wê berdewam be, ji ber ku ew yek giring e ji bo dubare avakirina hêzên Pêşmerge.

K24 - Navenda Nûçeyan

Di civîna wezîrên derve yên 29 welatên endamên Hevpeymana NATOyê de, ku li Bruksela paytexta Belcîka tê lidarxistin, wezîrên derve yên her yek ji Holenda, Belcîka û Litwanya, ji Kurdistan24ê re ragihandin, ku ewê li ser rahênana Hêzên Pêşmergên Kurdistanê berdewam bin.

Berî destpêkirina wê civînê, di kongirekî rojnamevanî de, di bersiva xwe de li ser pirsa peyamnêrê Kurdistan24ê, ku ji hersê wezîrên derve yên Holenda, Belcîka û Litwanya hatibû kirin, wan wezîran tekez kirin, ku ewê li ser rahênankirina hêzên Pêşmergên Kurdistanê berdewam bin, ji ber ku ew yek giring e ji bo dubare avakirina hêzên Pêşmerge.

N.O