Şandeke desthilata firokevaniya Iraqê serdana Hewlêrê dike

Îro şandeke Bexdayê, serdana Hewlêrê dike bi armanca gotûbêjkirina dawîn rêkarên pêwîst ji bo gihiştin bi rêketinê li gel Herêma Kurdistanê û çarekirina pirsgirêkan.

K24 - Navenda Nûçeyan

Li gorî zanyariyên bi dest Kurdistan24ê ketine, biryar e îro şandeke Hikûmeta Iraqê, serdana Herêma Kurdistanê bike bi armanca gotûbêjkirina dawîn rêkarên pêwîst ji bo gihiştin bi rêketinê li gel Herêma Kurdistanê û çarekirina pirsgirêkan.

Ev serdan di demekê de ye, ku berî çend rojan serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî ragihand, ku berî cejna Newrozê ewê mûçeyên fermanberên herdu wezaretên perwerde û tendirustiyê bişînin, hevdem ewê firîngehên Herêma Kurdistanê jî vekin.

Tevî berdewamiya çûnûhatina şandan di nav Hewlêr û Bexdayê de, lê heya niha li ser zemînê, ti pêşveçûnek çênebûye û ji bilî sozên piştî civînan, Ebadî tiştek ji wan sozên xwe bicî nekiriye.

Geştên navdewlatî li herdu firîngehên Herêma Kurdistanê ji 29ê Êlûna sala derbasbûyî ve, bi biryara serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî ji bo dema 3 mehan hatin rawestandin, piştre jî du caran ew biryar hat dirêjkirin.

N.O