Gendeliya 17 serkirdeyên Komela Islamî eşkere bû

Navên emîrê Komela Islamî Elî Bapîr û pênc endamên polîtbîroyê di nav lîsta gendeliyê de ne.

K24 - Navenda Nûçeyan

Li gorî nivîsekê ku di rojnameya Wişe de hatiye belavkirin, 17 serkirdeyên Komela Islamî, bi pileya rêvebirên giştî yên malnişîn di nav de ne û dozgerê giştî pêdaşûna wê doseyê dike.

Li gorî wê nivîsê, navê emîrê Komela Islamî Elî Bapîr û pênc endamên polîtbîroyê di nav lîsta gendeliyê de ne.

Li ser wê yekê, endamê desteya giliyê mafê giştî Dr. Mihemed Rêkanî ji rojnameya Wişe re ragihand: "Heya niha ti giliyek li ser wê nivîsê negihiştiye me, divê em pêdaçûnê li ser bikin û nas bikin pişta xwe bi çi yasayekê ve girêda ye, divê em li fermangeha malnişînê jî temaşeyî doseyên wan bikin."

Dr. Mihemed Rêkanî got: "Li ser doseya malnişîna berpirsên pile bilind û xwediyên pileyên taybet jî, komîteyek hatiye pêkanîn û hemû malnişînên pile bilind ku bi awayekî neyasayî hatine malnişînkirin, wê tevî lîsta navan wê ji bo encûmena wezîran a Herêma Kurdistanê bê şandin, ji me re hatiye gotin ku ewana ji yasayî derketine û divê rêkarên yasayî bi wan re bên kirin û ev dosye bê çarekirin."

Berpirsê îdarî yê pêşxistina bangewaza Komela Islamî Wirya Tahir Zelmî,  nivîsa malnişînkirina 17 serkirdeyên hizba xwe ji bo rojnameya navhatî piştrast kir û got: "Ewên hatine malnişînkirin ji mafê wan yê rewa ye û ewana ji hikûmetê û dezgehên wê bê minet in."