DAIŞê li Dêre Zorê êrîşî HSDê kir

Çekdarên DAIŞê li kêlgeha petrolê ya Tenek li rojhilatê Dêre Zorê êrîşî Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) kirin û di encamê de du şervanên HSDê canê xwe jidest dan.

K24 – Navenda Nûçeyan

Çekdarên DAIŞê li kêlgeha petrolê ya Tenek li rojhilatê Dêre Zorê êrîşî Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) kirin û di encamê de du şervanên HSDê canê xwe jidest dan.

HSD ragihand, şeva bûrî çekdarên DAIŞê êrîşî şervanên wan yên li kêlgeha Tenek li parêzgeha Dêra Zorê li nêzîkî sînorê Iraqê kirin, û şerekî di navbera wan de derket.

Li gor HSDê, hîn jî şerê wan bi DAIŞê re li wê navçeyê berdewam e û heta niha 7 çekdarên DAIŞê hatine kuştin, û 2 şervanên wan jî canê xwe jidest dane.

Di hefteya bûrî de HSDê kêlgeha Tenekê ku duyem mezintirîn kêlgeha petrolê ya li Sûriyê ye, kontrol kiribûn.