Bi amadebûna Serok Barzanî bangeşeya PDK li Zaxo birêve diçe

Îro êvarî li bajarê Zaxo, bi amadebûn Serok Mesûd Barzanî, ahengeke cemawerî berfireh ji bo bangeşeya Lîsta 183yan ya PDK birêve diçe û pêşbînî heye ku bi deh hezaran welatî têde beşdar bibin.

K24 - Navenda Nûçeyan. 

Îro êvarî li bajarê Zaxo, bi amadebûn Serok Mesûd Barzanî, ahengeke cemawerî berfireh ji bo bangeşeya Lîsta 183yan ya PDK birêve diçe û pêşbînî heye ku bi deh hezaran welatî têde beşdar bibin.

Li gel nêzîkbûna dema hilbijartinên Perlemana Kurdistanê, ku biryar e roja 30ê vê mehê bê encamdan, Partiya Demokrat a Kurdistanê aheng û kernevalên xwe yên cemawerî zêde kiriye dixwaze bi awayekî baştir berbijarên xwe bi cemawerên Kurdistanê bide naskirin, ji bo ku di vê gera Perleman de hejmara kursiyên xwe zêde bike, bi awayekî ku karibe bi asanî karnameya bicî bike, ku berdewam dibêje: "Avakirina Kurdistaneke bihêz" armanca PDKê ye.

Di kempînên bangeşeya referanduma serxwebûna Kurdistanê de jî, xelkên Zaxo bi deh hezaran beşdarî kirin û sala derbasbûyî jî, Serok Barzanî ji wan re got: "Hûn rûh û Dilê min in" lewra jî pêşbînî heye ku îro jî aheng bi coş û xiroşeke mezin birêve biçe.

N.O