Ewlehiya Navdewletî civîneke taybet bi Komîteya Danîna Destûra Sûryê lidar dixe

Antonio Goteres: Heger De Mistura ne karî mijara Komîteya Danîna Destûra Sûryê çare bike, wê Netewên Yekgirtî dev ji wê piroseyê berde û vê pirsê ji Rûsya re bihêle.

K24 - Navenda Nûçeyan.

Biryar e îro Encûmena Ewlehiya Navdewletî, bi amadebûna şanderê navdewletî ji bo Sûryê Staffan de Mistura, derbarê dawîn pêşhatên pirosêsa siyasî û helwesta Netewên Yekgirtî û pêkanîna Komîteya Danîna Destûra Sûryê, civînekê lidar bixe.

Berî niha sikirtêrê giştî yê Netewên Yekgirtî Antonio Goteres raghandibû, ku heger De Mistura ne karî mijara lîsta sêyemîn a Komîteya Danîna Destûra Sûryê çare bike, wê Netewên Yekgirtî dev ji wê piroseyê berde û nema serperiştiya wê doseyê dike û vê pirsê ji Rûsya re bihêle.

Li gorî hin berpirsên Encûmena Niştimanî Kurdî li Sûryê (ENKS) ku berî niha didan xuyakirin, Rûsya di qunaxên derbasbûyî de, piştevaniya sîstemeke federalî yan jî firehkirina desthilata herêman di destûra nû ya Sûryê de dikir.  

N.O