Şaredariyek li Tirkiye gemaro danî ser Facebook, Google û…
K24 – Navenda Nûçeyan
Ligor medya Tirkiye, Şaredariya bajarê Uşakê di daxûyaniyekê de ragihand ku, wekî bersîv beramberî Amerika, ew jî gemaro dideyne ser Facebook, Google, Youtube û Twitter.
Daxûyaniya şaredariya Uşak bi vî awayî ye: “Piştî krîza ku welatê me ligel berbiçav e, me ji planên xwe yên reklamê Facebook, Google, Youtube û Twitter derxist. Welatê me sêalî derya ye, derdora wê dijmin e lê em serî natewînin. Em dê têkoşînê bikin û serbikevin. Tirkiye dê serbikeve. Em serî liber gefan nadeynin. Di 17-25an de hewl dan serneketin. Di 15ê Tîrmehê de hewl dan, serneket, niha jî bi rêya gemaroyên aborî dixwazin. Em çi bikin? Dolar bû 6 TL, em serî bitewînin. Em kilîda welatê xwe bidin Amerika? Em rê nadin!”
C.B