“Bi rewşa awarte re binpêkirina mafê mirovan zêde bûye”

Serokê Şaxa Diyarbekirê ya Komeleya Mafê Mirovan Racî Bîlîcî dibêje, bi rewşa awarte re li Bakurê Kurdistanê binpêkirina mafan zêde bûne û tenê di nav sê mehên îsalê de 9 hezar serlêdanên binpêkirinê hene.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokê Şaxa Diyarbekirê ya Komeleya Mafê Mirovan Racî Bîlîcî dibêje, bi rewşa awarte re li Bakurê Kurdistanê binpêkirina mafan zêde bûne û tenê di nav sê mehên îsalê de 9 hezar serlêdanên binpêkirinê hene.

Bîlîcî bo “T24” axivî û got, di nav bajaran de şerê xendek û kolanan nemaye, lê di li gundan şer û alozî qedexe û operasyon berdewam dikin û jiber rewşa awarte hemû maf hatine rawestandin.

Bîlîcî dibêje, bi hemû dijwariya xwe operasyon li herêmê berdewam dikin û gelek bajêr wek herêmên ewlekarî hatine ragehandin û yek dijbereyek jî li herêmê nerehete.

Her wiha dibêje, dixwazî mamosteyê zanîngehê be, dixwazî rojnamger yan jî fermanber be, eger dijî hikûmetê be ewlekariya can û malê wî li herêmê nîne.