Li Rihayê 5 kesên di greva birîcîbûnê de bûn hatin girtin

Dadgeha Rihayê, Hevserokê DBPê yê Şaxa Rihayê jî nav de 5 kes zindanî kirin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Dadgeha Rihayê, Hevserokê DBPê yê Şaxa Rihayê jî nav de 5 kes zindanî kirin.

38 kesên ku di dema çalakiyên grêva birçîbûnê ya ji bo piştgiriya Leyla Gûvenê de hatibûn desteserkirin hatin dadgehkirin.

Dadgeha Rihayê bi tohmeta bangeşekirina PKKê, Hevserokê DBPê yê Şaxa Rihayê Bekîr Karakeçili û 4 kesên din zindanî kir û 33 kesên din jî bi kontrola adlî azad kir.

Hefteya bûrî li avahiya HDPê ya Rihayê ji bo piştgirîkirina greva birçîbûnê ya Parlementera HDPê Leyla Gûvenê çalakiya greva birçîbûnê bi rê ve çûbû, hêzên ewlehiyê yên Rihayê jî bi ser avahiyê de girtibû 47 kes desteser kiribûn.

 

S. B