“Rêkeftina Amerîka û Rûsyayê rojên zehmet tîne pêş Îranê”

Serokê Amerîkayê Donald Trump û Serokê Rusyayê Vladimir Putin li Vîetnamê di Lûtkeya 25. Asecê de li ser daxuyaniyeke hevbeş ya derbarê Sûriyê de li ser çend xalan gihiştine rêkeftinekê. Rêkeftina di navbera Amerîka û Rusyayê de wek geşedaneke balkêş hate nirxandin
kurdistan24.net

 

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokê Amerîkayê Donald Trump û Serokê Rusyayê Vladimir Putin li Vîetnamê di Lûtkeya 25. Asecê de li ser daxuyaniyeke hevbeş ya derbarê Sûriyê de li ser çend xalan gihiştine rêkeftinekê. Rêkeftina di navbera Amerîka û Rusyayê de wek geşedaneke balkêş hate nirxandin. Şîrovekarên sîyasî yên Tirkiyê dibêjin rêkeftin rasterast bi gengeşeya di navbera Erebîstana Siûd û Îranê re girêdayî ye û rojên zehmet li pêşiya Îranê ne.

Herdu dewletên zilhêz Amerîka û Rusya ku heta niha li Sûriyê di diyarkirina politikayan de roleke bandorker lîstine, Li Vîetnamê di Lûtkeya Hevkariya Aborî ya Pasîfîka Asyayê de hatin ba hev. Ji aliyê serokên herdu dewletan ve daxuyaniyeke hevpar hate belavkirin û tê de hate diyarkirin ku ew yêkitiya xaka Sûriyê diparêzin û dê di têkbirina hebûna DAIŞê ya li Sûriyê de jî bi hev re tev bigerin.

Rêkeftina Rusya û Amerîkayê di demeke kurt de dengveda û sedem û dengvedanên ev pêngava stratejîk di rojeva Tirkiyê de ciheke berfireh girt. Şîrovekarê siyasî Dogu Ergîl dibêje di navbera Washington û Moskow de berjewendiyên hevpar dirûstbûn lewma bi awayekî demkî herdu dewlet nêzî hevdû bûn.

Akademîsyen û şîrovekarê siyasî Dogu Ergîl derbarê wê rêkeftinê de ji K24ê re wiha axivî: "Dewletên bilhêz dostaniyê jî dijminatiyê jî demdirêj nakin. Destpêka şerê Sûriyê, Amerîka û Rusya li aliyên cuda bûn, lê belê vêga ji bo berjewendiyên Amerîka jî Rusyayê jî pêwîst e ku Esad demeke din mabe, lê herdu dewletan jî derbarê paşeroja Sûriyê nexşerêyên cuda hene û dê dîsa werin hemberî hevdu"

Ji aliyê din ve, dema pêkhatina rêkeftinê jî ji aloziya li Rojhilata Navîn qetiyayî nayê şîrovekirin û di proseya gengeşeya Erebîstana Siud û Îranê de pêkhatina vê rêkeftinê wek peyamekê tê nirxandin ku ji Îranê re hate dayîn

Akademisyen û şîrovekarê siyasî Mustafa Eravci jî got: "Li Rojhilata Navîn hemû bûyer û geşedan bihevra girêdayî ne. Rusya wekî heypeymaneke Îranê tev digere, lê belê bi Amerîkayê re li dijî politikayên Îranê yên Sûriyê li hev kir. Helbet peyamek e ji bo Îranê, Îranê dema ku xeta bo wî hatibû diyarkirin derbas kir, Rusyayê xwest pêşiya wê bibire"

Li gor pisporan li Rojhilata Navîn demeke dîrokî tê jiyan û aloziyên ku her diçe xurtir dibin, nîşaneya vê yekê ne ku navçe piştî temambûna Sykes-Picotê pêwîstiya ji nû ve diyarkirina sînoran dijî.