“Vekişîna hêzên Rûsî ji Sûriyê piropogendeke ragihandinê ye”

Piştî serdana xwe ji bargeha Himêmîm ya leşkerî re Serokê Rûsiyayê Vladimir Putin ragihand, ewê dest bi vekişandina hêzên xwe yê lekerî ji Sûriyê bikin.
kurdistan24.net

 

K24 – Navenda Nûçeyan

Piştî serdana xwe ji bargeha Himêmîm ya leşkerî re Serokê Rûsiyayê Vladimir Putin ragihand, ewê dest bi vekişandina hêzên xwe yê lekerî ji Sûriyê bikin.

Hin siyasetmedarên Kurd didin zanîn ku piştî kêmbûna asta şer û têkçûna DAIŞê gelek hêzên navdewletî dê ji Sûriyê vekişin, û biryara Putin di heman çarçoveyê de tê. Herwiha dibînin ku vekişandina hêzên leşkerî ji Sûriyê dibe nîşana ku çareseriya siyasî dê biser keve.

Ji aliyekî din ve hin şirovekarên siyasî dibînin ku ragihandina vekişandina hêzên leşkerî tenê piropogendeke ragihandinê ye, nemaze ji aliyê hêzên mezin ve mîna Amerîka û Rûsiyayê, herwiha tekez dikin ku heye biryarên hevawa di heman demê de neyên bicî kirin nemaze ji aliyê dewleta Rûsiyayê ve ku xwedî berjewendiyên mezine di Sûriyê de.

Di 30î Îlona 2015'ê de hêzên artêşa Rûsiyayê li ser daxwaza hikûmeta Sûriyê derbasî xaka Sûriyê bûn û di vê serdana xwe ya dawî de Serokê Rûsiyayê dibe cara 3emîn e ku kêmkirina hêzên artêşa Rûsiya di Sûriyê de radighîne.