Berpirseke jin a DAIŞ hate girtin

Polisê Kerkukê ragihand ku, di encama operasyonekê û piştî agahdariya ketina nav bajarê Kerkukê ya berpirsa diwana perwerde ya bajarokê Zab a DAIŞ Texrîd Ebdella hate girtin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Polisê Kerkukê ragihand ku, di encama operasyonekê û piştî agahdariya ketina nav bajarê Kerkukê ya berpirsa diwana perwerde ya bajarokê Zab a DAIŞ Texrîd Ebdella hate girtin.

Berpirsiyarê polîsê Kerkukê Emîd Serhed Qadir diyarkir ku, Texrîd Ebdelle ku berpirsiyarî dinav DAIŞ de heye, heman demê jina birêvebirê DAIŞ ê bajarokê Zab Şefik Samî Saîd e.

Qadir destnîşankir ku, Texrîd Ebdelle di çarçoweya xala 4em a qanuna dijî terorê de dê bê dadgehkirin.