Cihan Yekîtiya Ewropa: Guhertina destûrê mijara gumanê ye

Yekîtiya Ewropa: Guhertina destûrê mijara gumanê ye
Komîserê Berpirsê Firehbûna Yekîtiya Ewropayê Johannes Hahn

K24 – Navenda Nûçeyan

Komîserê Berpirsê Firehbûna Yekîtiya Ewropayê Johannes Hahn dibêje, guhertina destûrê mijara gumanê ye û referandum civaka Tirkiyê bi awayek metirsîdar kiriye du parçe û radigihîne di hemû waran de bi Tirkiyê re, dema nîqaşê hatiye.

Johannes Hahn derbarê encamên referandumê de bersiv da pirsên DW (Doçe Wele) ya Almanî û got, heger guhertin bên bicîhkirin di warê cihêbûna erkan û daraza serbixwe de ji standardên Ewropayê dûr bikeve.

Johannes Hahn da zanîn gotûbêj ji ber paşveçûnên dewleta hiqûqî û azadiya rojnamegeriyê de têk çûn. Her çiqas welatên Ewropa aşkera daxwaza rawestandina gotûbêjan nakin, behsa vekirinê jî nakin. Piştî referandumê dema nirxandina pêwendiyan hatiye.

Hahn got, Wezîrê Derve yê Tirkiyê dibêje, ew amade ne bendên ku Yekîtiya Ewropa daniye pêş wan gotubêj bikin û derbarê vê de planake wan heye, lê anîna yasaya darvekirinê tê wateya dawînanîna pêvajoya endamtiyê.