Komisyona Ewrûpa bala Tirkiye kişand

Berdevkê Serokê Komisyona Yekîtiya Ewrûpa Jean-Claude Juncker bala Tirkiye kişand ku zerarê nede pêwendiyên dualî ligel Yunanistanê.

K24 – Navenda Nûçeyan

Aloziya di navbeyna Tirkiye û Yunanistanê de girêdayî giravên Kardak bû mijara Yekîtiya Ewrûpa. Berdevkê Serokê Komisyona Yekîtiya Ewrûpa Jean-Claude Juncker bala Tirkiye kişand ku zerarê nede pêwendiyên dualî ligel Yunanistanê.

Berdevkê Serokê KOmisyona YE herweha da zanîn ku, Tirkiye dive rêzê li saheya hewayî û deryayî ya welatên endam ên Yekîtiya Ewrûpa bigre.

Duhî nêzîkî giravên Kardak alozî di navbeyna hêzên deryayî yên Yunanistanê û Tirkiyê de derketibû. Îro Serokomarê Tirkiye Erdogan gef li Yunanistanê xwaribû ku, dixwaze ji mijûliya Tirkiye di Operasyona Efrînê de sûdê werbigre, lê ew rê nadin vê yekê. Yunanistanê jî bangî Balyozê Tirkiye li Yunanistanê kiribû û bala Enqere kişandibû.