Rûsya gefan li HSD dike

Peyvdarê wezareta berevaniya Rûsya eşkere kir, ku hêzên hikûmeta Sûriyê du caran rastî êrîşan ji aliyê HSDê ve hatine, û tekez kir ku ewê bê bersiv nemînin

K24 – Navenda Nûçeyan

Peyvdarê wezareta berevaniya Rûsya eşkere kir, ku hêzên hikûmeta Sûriyê du caran rastî êrîşan ji aliyê HSDê ve hatine, û tekez kir ku ewê bê bersiv nemînin û li ser vê yekê Amerîka jî haydar kirine.

Berî niha jî firokeyên Rûsî û yên hikûmetê bargehên HSD li Dêra Zorê bombebaran kiribûn û di encamê de 6 şervanên HSDê birîndar bûn.

Herweha wezareta berevaniya Rûsî got: “Ev heftiyeke ti şer û pevçûn di navbera HSD û DAIŞê de li Dêra Zorê çênebûne, û endamên HSD bi serbestî ji Reqayê diçin Dêra Zorê û li navçeyên di destê DAIŞê de, ti astengî ji wan re çênabin.”