Wezîrê Derve yê Tirkiyê serdana Hewlêrê dike

Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mewlûd Çawûşoglu serdana Hewlêr û Bexdayê bike û ligel Serokê Herêma Kurdistanê û berpirsên bilind ên Iraqê bicive.

K24 – Navenda Nûçeyan

Biryar e sibe Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mewlûd Çawûşoglu serdana Hewlêr û Bexdayê bike û ligel Serokê Herêma Kurdistanê û berpirsên bilind ên Iraqê bicive.

Wezareta Derve ya Tirkiyê aşkere kir, roja Çarşemê 23 Tebaxê Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mewlûd Çawûşoglu sedana Bexdayê dike, piştre jî serdana Hewlêrê dike.

Aşkere kir jî, Çawûşoglu li Bexdayê ligel Serokomarê Iraqê Fûad Mehsûm, Serokwezîr Heyder Ebadî, Serokê Parlementoyê Selîm Cibûrî û Wezîrê Derve Îbrahîm Caferî dicive û komek babetên taybet bi her du aliyan guftûgo dike.

Li Hewlêrê jî ligel Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û aliyên Tirkmenan dicive.

Ev di demekê de ye, berî sê rojan Heşda Şeibî dest bi operasyona kontrolkirina Tileferê kir, berî jî Tirkiyê nîgeraniya xwe ji beşdarbûna Heşda Şeibî di wê operasyonê de ragihandibû.