Karayilan: Me plana Tirkiyê têk bir

Fermandarê Biryargeha Navenda Parastina Gel Mûrat Karayilan ragihand, artêşa Tirkiyê plan danabû ku di Buhara sala 2017an de tevahiya gerîlayên PKKê jinav bibe, lê plana wê hat pûçkirin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Fermandarê Biryargeha Navenda Parastina Gel Mûrat Karayilan ragihand, artêşa Tirkiyê plan danabû ku di Buhara sala 2017an de tevahiya gerîlayên PKKê jinav bibe, lê plana wê hat pûçkirin.

Mûrat Karayilan ji medyaya nêzîkî PKKê re ragihand, Tirkiyê pilan danabû li Bakur gerîlayan jinav bibe, li Başûr şer di navbera PKKê û Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) durist bike û Yekîneyên Parastina Gel (YPG) li Reqayê bê rol bike, lê ew plan biser neket.

Gor tî, Tirkiye dibêje ku 4 hezar û 500 gerîla kuştiye, lê rastiya vê ew e ku di operasyonên Tirkiyê yên li ser PKKê de 578 gerîla hatin kuştin û 30 gerîlayên din jî dîl hatin girtin.

Fermandarê Biryargeha Navenda Parastina Gel aşkere kir, li hemberê jî û di encamên çalakiyên gerîla de hezar û 657 leşker û polîsên Tirkiyê hatin kuştin, 30 otombîlên zirîpoş û 3 helîkopter hatin têkşikandin.