Hizbullaha Lubnanî gefa êrîşeke mûşekî li Israîl dike

Berî niha jî, medya Israîlî ragihandibû, ku nêzîkî 230 hezar mûşek li cem Hizbullahê hene, ku dikare rojane bi 1500 mûşekî li Israîlê bide.

K24 - Navenda Nûçeyan

Careke din emîndarê giştî yê Hizbullaha Lubnanî Hesen Nesrella gefên tund li Israîlê kir û di gotarekê de ji alîgirên xwe re ragihand, ku karînên wan yên bergiriyê gellekî pêş ketine û niha mûşekên wan dikarin li her cihekî Israîlê bidin.

Girêdayî heman pirsê, çendîn caran berpirsên Israîlî hişyarî dan ji hebûna bingehên Hizbullaha Lubnanî li Sûryê û bihêzbûna wê girûpê, ku berî niha Israîl Hikûmeta Sûryê tometbar kiribû, ku mûşekên Skod radestî Hizbullahê kirye.

Herwiha çendîn caran jî hêzên ezmanî yên Israîlî, bingehên Hizbullahê li Sûrya bordûman kirin, di 2/12/2017an de, firokeyên cengî yên Israîlî, bingehên Hizbullahê li derdora bajarokê Kiswê li gundewarên başûrê Şamê bordûman kirin, herwiha di 9/1/2018an de jî, firokeyên cengî yên Israîlî bingehên Hikûmeta Sûryê û yên Hizbulahê, dubare li gundewarên Şamê bordûman kirin.

Berî niha jî, medya Israîlî ragihandibû, ku nêzîkî 230 hezar mûşek li cem Hizbullahê hene, ku dikare rojane bi 1500 mûşekî li Israîlê bide.  

Hesen Nesrella di gotara xwe de, behsa hilbijartinên Perlemana Lubnanê jî kir, ku biryar e roja şeşê meha dahatî bên encamdan û daxwaz ji xelkê Lubnanê kir, ku deng ji bo berbijarên Hizbulla û Tevgera Emel bidin.

N.O