Swêd Tirkiye bi egera girtina hevwelatiyê xwe rexne dike

Wezareta derve ya Swêdê tometên Tirkiye hemberî hevwelatiyê xwe nerast û bêbîngeh liqelem dixe

K24 – Navenda Nûçeyan

Wezareta derve ya Swêdê bangî Balyozê Tirkiye li Swêdê kir û dilgiraniya welatê xwe bi egera biryara dadî ya 15 sal sezayê girtîgehê jib o hevwelatiyê Swêdê Ali Gharavi ragihand.

Wezareta derve ya Swêdê tometên Tirkiye hemberî hevwelatiyê xwe nerast û bêbîngeh liqelem dixe.

Gharavi ligel 10 kesên têkoşerên mafên mirovan li Buyukada ya Stenbolê bi egera piştgiriya terorê hate binçavkirin û paşî girtin. Medyaya Tirk dabû xuyakirin ku ligel wan nexşeyek hatibûye dîtin, ku nexşeya Kurdistanê liser bûye.