Partiyên Kurdistanî biryarên YSK şermezar dikin

Partiyên Kurdistanî biryara Saziya Bilind a Hilbijartinê şermezar dikin...

K24 – Navenda Nûçeyan

Saziya Bilind a Hilbijartinê ya Tirkiyeyê YSK ragihand kesên bi biryarnameyên di hikmê zagonî de ji kar hatibin derxistin nikarin serokatiya şaredariyan bikin û bi vê yeke jî namzetên HDPê yên bi biryarnameyan hatine îxraçkirin li deverên ku bi ser ketine nikarin bibin şaredar.

Partiyên Kurdistanî yên di gelek xalan de bi HDPê re nakok in jî, li hember vê biryarê amaje dikin ku HDP rastî mexduriyetê hatiye û biryara Saziya Bilind a Hilbijartinê şermezar dikin.

Şeş şaredarên HDP bi egera ku beramberî wan biryarnameyên di cihî yasayê de de dema Rewşa Awarte de hebûye, pesendname wernegirtin û ji cîhê wan partiya duyem pesendname wergirt, ku ew jî berbijêrên AK Partî bûn e.

Li Rêzan a Diyarbekrê HDP zêdeyî ji sedî 70 deng wergirtibûn, lê pesendname dan berbijêrê AK Partî.

 

 

C.B