Serkirdeyekî DAIŞê hat kuştin

Li bajarê Mûsilê serkirdeyekî DAIŞê hat kuştin û 17 tometbar jî hatin desteserkirin. Li Selahedîn jî 3 kesên ji aliyê DAIŞê ve hatine revandin, hatin rizgarkirin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Li bajarê Mûsilê serkirdeyekî DAIŞê hat kuştin û 17 tometbar jî hatin desteserkirin. Li Selahedîn jî 3 kesên ji aliyê DAIŞê ve hatine revandin, hatin rizgarkirin.

Jêderekî ewlekariyê li parêzgeha Enbarê ragihand, di encama bombebarankirina firokeyên şer ên Iraqê de toneleke DAIŞê li rojavayê Rumadî hat teqandin û 2 çekdarên DAIŞê hatin kuştin.

Amaje bi wê jî kir, li parêzgeha Selahedîn di proseyeke ewlekariyê de 3 kesên ji aliyê DAIŞê ve hatine revandin, hatin rizgarkirin.

Ji aliyekî di ve û li navçeya Badoş a rojavayê Mûsilê serkirdeyekî DAIŞê hat kuştin û 17 kes jî bi tometa endambûna DAIŞê hatin desteserkirin.

 

S. B