6 partî û aliyên Tirkmenî deng didin lîsteya PDKê

6 Partî û aliyên siyasî yên Tirkmenên Herêma Kurdistanê biryar dan, deng bidin lîsteya PDKê û sedemê wê jî wek parastina mafên xwe yên li Herêma Kurdistanê û rijdbûna Serok Barzanî ya ji bo mafên netewa wan nîşan dan.

K24 – Navenda Nûçeyan

6 Partî û aliyên siyasî yên Tirkmenên Herêma Kurdistanê biryar dan, deng bidin lîsteya PDKê û sedemê wê jî wek parastina mafên xwe yên li Herêma Kurdistanê û rijdbûna Serok Barzanî ya ji bo mafên netewa wan nîşan dan.

Li gor daxuyaniya 6 partî û aliyên siyasî yên Tirkmenan ku wêneyek jê ketiye destê K24ê tê d hatiye gotin: ‘’Herêma Kurdistanê cîhê yekrêzî û tebayî û pêkvejiyanê ye bo hemû pêkhateyan. Di heman demê de dijminên me û xêrnexwazên gelê Kurdistanê hewldanên xwe yên plan darêjandinê berdewam bûn û bo têkdana wê pêwendiya dîrokî ya di navbera pêkhateya kurd û tirkmenan de.”

Partiya Çaksaziya Tirkmen, Partiya Geşepêdana Tirkmen, Partiya Rizgariya Neteweya Tirkmen, Partiya Demokrat a Tirkmenan, Komeleya Rewşenbîriya Tirkmen, Komeleya Lîberal a Tirkmen di daxuyaniya xwe de dibêjin: “Hikûmetên li dû hev ên Iraqê jî hewl dan dûrxistinê di navbera wan pêkhateyan de pêk bînin û netewa tirkmen bêbeş bikin ji hemû mafên xwe yên rewa yên li Iraqê. Heta raperîna adara 1991ê ku nexşeya siyasî û erdnîgarî li Iraqê guherî û piştî helbijartinên parlamentoya Kurdistanê û hikûmeta herêma Kurdistanê pêkhateya tirkmen jî karî beşdar bibe di proseya siyasî ya herêma Kurdistanê, karî hemû maf û destkevtên netewî yên xwe di hemû saziyên hikûmeta herêma Kurdistanê bidet bîne.”

Partiyên Tirkmenan dibêjin: “Di sayeya siyaseta hekîmî ango bijîşkî ya herêma Kurdistanê, seqamgiriya ewlehiyê û asayîşê ku tê de maf û azadiyên hemwelatiyan û mafên neteweyên din jî parastiye.’’