Amerika: Em liser hevwelatiyên me li Tirkiye girtî, dilgiran in

Piştî serbestberdan a Keşeyê Amerika Andrew Brunson, niha Amerika rewşa girtî ya hevwelatiyên xwe yên din li Tirkiye tîne rojevê

K24 – Navenda Nûçeyan

Piştî serbestberdan a Keşeyê Amerika Andrew Brunson, niha Amerika rewşa girtî ya hevwelatiyên xwe yên din li Tirkiye tîne rojevê.

Ligor Koşka Spî, serbestberdan a Keşe Brunson cîhê dilxweşiyê ye, lê heman demê rewşa girtiyên din ên hevwelatiyên Amerika wan dilgiran dike. Di ragihandinê de tê diyarkirin ku, dive dozen hemberî hevwelatiyên Amerika şeffa û dadwêrane birêve biçin.

Herweha Dengê Amerika destnîşankir ku, Serokê Amerika Donald Trump di civînekê li Ohio aniye ziman: “Keşe  Brunson li Tirkiye ket girtîgehê û me ew derxist. Ji bo serbestberan a wî me gelek hewl dan”.

 

 

C.B