Îro salvegera jidayikbûna Mela Mustefa Barzanî ye

Li Herêma Kurdistanê bi çendîn çalakiyên curbicur û serdana mezargehê, salvegera jidayikbûna Rêberê Niştimanî yê Kurdistanê Mela Mustefa Barzanî bibîr tê.

K24 – Navenda Nûçeyan

Li Herêma Kurdistanê bi çendîn çalakiyên curbicur û serdana mezargehê, salvegera jidayikbûna Rêberê Niştimanî yê Kurdistanê Mela Mustefa Barzanî bibîr tê.

Berî 116salan, Mela Mustefa Barzanî ji malbateke olî û netewperwer li Barzan jidayik bû. Ji diyartirîn çalakî û bîranînên tên rêkxistin, serdana mezargeha Mela Mustefa Barzanî, tekezî li berdewamiya sozê bo rêbaza netewî û niştimanî ya Mela Mustefa Barzanî, çandina daran û keskirina xaka Kurdistanê ye.

Jêderên dîrokî amaje bi wê dikin, tevgera rizgarîxwaz a Kurd û Kurdistanê bi navê Mela Mustefa Barzanî û şoreşên wî tê naskirin. Li gor dîroknivîsên Kurd û biyanî, Mela Mustefa Barzanî yekem serkirdeyê Kurd bû ku xebata Kurdî ji bazna navçeyîbûnê xiste xebata niştimanî û her dem daxwaza mafê seretayê, mafê mirovî û kulturî bû. Daxwazên Kurd tevgera rizgarîxwaza Kurd bilind kir bo asta siyasî, tevgera rizgarîxwaza Kurd jî ji nebûna bernameyeke siyasî veguhast bernameyeke siyasî ya ron û diyar. Bi damezarandina Partiya Demokrat a Kurdistanê di 16ê Tebaxa 1946an de daxwazên netew ên Kurdî di çarçova bernameyeke partiyeke siyasî ya rêkxistinkirî rêkxist û xebata gelê xwe û proseya siyasî li Kurdistanê veguhast qunaxeke pêşketî.

Beşek ji westgehên jiyana Mela Mustefa Barzanî:

*Mela Mustefa Barzanî kurê Şêx Mihemed Barzanî ye û li gundê Barzan di 14ê Adara sala 1903an jidayik bû.

*Di temenê 3 saliyê de ji aliyê Osmaniyan ve ji piştî şikestina Şoreşa Barzanî Şêx Ebdulselam birayê mezin ê Mela Mustefa Barzanî hat girtin û Mustefa Barzanî û diya xwe ve li Mûslê hatin zîndanîkirin.

*Heyama 6 salan ji aliyê çend mamosteyan ve li gundê Barzan mijûlî xwendinê bû û piştre Fiqhê Îslamê xwend û çar salan zanistên olî xwend û piştre jî li Silêmaniyê hewla temamkirina xwendinê da.

Westgehên têkoşîn û xebatê:

* Mela Mustefa Barzanî di sala 1919an de beşdarî di tevgera Şêx Mehmûd Hefîd li Silêmaniyê ku û serperiştiya tîmeke çekdarî ya 300 çekdaran kir.

*Di sala 1920an de biryarê wî yê mezin Şêx Ehmed Barzanî wî Mela Mustefa Barzanî wek nûner dişîne Bakurê Kurdistanê ji bo serdana Şêx Seîdê Pîran bike û hevahengiyê bi şoreşê re dirust bike.

*Di navbera salên 1931 – 1932an serperiştiya hêzeke Barzaniyan dike ji bo berevanîkirina li mihwerê Mêrgesor – Şêrwan li hember hêzên Îngilîzî û di wî şerî de ji ber jîrekî û karzaniya xwe bi navûdeng dibe û dikare wî mihwerî biparêze.

* Di sala 1934an de bi Şêx Ehemd Barzanî û hin ji piyayên wî diçin Tirkiyê ji bo daxwaza mafê penabertiyê bikin û piştre vedigerin Iraqê û ji aliyê Îngilîziyan û desthilata Iraqê ya wê demê bo başûrê Iraqê tên dûrxistin û piştî 10 salan vedigere Silêmaniyê.

* Di 12ê Tîrmeha 1943an de bi hevkariya rêxistina Hîwa li Silêmaniyê karî derbasî Rojhilatê Kurdistanê bibe.

* Di heman salê de ji Îranê vedigere navçeya Barzan û hejmarek xort li dor xwe kom dike û du mehan 2 hezar çekdarên xwebexş amade dike û dikarin dest danin binkeyeke polîs li navçê.

* Di Payîza 1943an de hikûmeta Bexdayê şandekê dişîne Barzan ji bo şer bê rawestandin û Mustefa Barzanî mercê vegera tevahiya kesên sirgûnkirî û ŞêX Ehemd dike û hikûmeta Nûrî Seîd hemû mercên Mustefa Barzanî bicih tîne.

* Di sala 1943 – 1945an de Şoreşa Barzan li dijî hikûmeta Iraqê ku hikûmeta Brîtaniya piştevaniyê lê dike serî hildide careke din şoreş li navçeyeke fereh a Kurdistanê belav dibe.

* Di 22ê Çileya 1946an de beşdarî di merasîma ragihandina Komara Kurdistan li Mehabadê de kir û ji aliyê Serokomarê Kurdistanê Qazî Mihemed ve Barzanî dibe Fermandarê Artêşa Komara Kurdistan û pileya General pê tê bexşandin.

* 16ê Tebaxa 1946an Barzanî Partiya Demokrat a Kurdistanê damezirand û wek serokê partiyê hat hilbijartin û li tevahiya kongreyên partiyê de tevî di hinan de amade nebû jî wek serokê partî hat hilbijartin.

* Piştî şikestina Komara Kurdistanê, di sala 1947an de rêwîtiya dîrokî ber bi Sovyetê ve encam da û Barzanî amade nebû xwe radestî desthilatên Şahinşahê Îranê bike û ew ligel 500 çekdar ber bi Sovyet çûn û rûbirûyî artêşên Iraq, Îran û Tirkiyê bû.

* Roja 17ê Hezîrana 1947an Barzanî û hevalên xwe çemê Aras derbas kirinû gihîştin Sovyetê.

* Li Yekîtiya Sovyet ku Stalîn serokê wê bû, serederiya tund bi Barzanî û hevalên wî re hate kirin û piştî mirina Stalîn di sala 1953an de rewşa jiyana wan hinekî baş bû.

* Li Rûsya tevî derbaskirina temenê 45 saliyê, li Akademiya Zimanan li Moskoyê destpê kir û aborî, goegrafa, zanist û zimanê Rûsî xwend.

* Piştî şoreşa 14ê Tîrmeha 1958an, Barzanî û hevalên xwe vedigerin Iraqê û ji Besra û ta Hewlêrê camewer pêşwaziyê lê dikin.

* Serokomarê Iraqê Ebdilkerîm Qasim di 7ê Cotmeha 1958an pêşwazî li Barzanî û hevalên wî dike.

* Ji 11ê Îlona 1961 û ta 1975an Barzanî rêbertiya mezintirîn şoreşa çekdarî li dijî desthilatên Bexdayê kir û şoreşê 15 salan berdewam kir û tê de çendîn destkeftên netewî û niştimanî ji gelê Kurdistanê re bidest hat.

* Di 11ê Adara 1970î Barzanî û hikûmeta Iraqê li ser porjeya atonomî ji Kurdistanê re lihev dikin û bo cara yekem di dîroka Kurdistanê de şoreşeke Kurdî bi 9 salên xebatê dikare wê destkeftê ji Kurd re bidest bixe.

* Di 6ê Adara 1975an bi sedema rêkeftina Sedam Husên û Şahê Îranê Mihemed Reza li Cezaîrê, şoreşa Îlonê rastî şikandinê tê û ji ber wê Barzanî û bi hezaran Pêşmergeyên şoreşê riya koçberiyê hilbijart.

* Piştî şikestina 1975an careke din Barzanî çavdêrî û serperiştiya danîna kevirê bingehê yê şoreşê kir.

 

* Di 1ê Adara 1979an Mela Mustefa Barzanî li Amerîka ji ber nexweşiyê koça dawiyê kir û di 5ê Gulana 1979an li ser wesiyeta wî li bajarê Şino yê Rojhilatê Kurdistanê li ser sînorê Başûr û Rojhilatê Kurdistanê bi xaka pîroz a Kurdistanê hat spartin.

* Piştî Raperîna Adara 1991an, termê Mela Mustefa Barzanî û Îdrîs Barzanî li aramiya xwe ji Rojhilatê Kurdistanê bo Herêma Kurdistanê cihê jidayikbûna xwe hat veguhastin û li navçeya Barzanî bi xakê hatin spratin.

* Di heyama jiyana xwe de du caran Mela Mustefa Barzanî rastî hewlên terorkirinê hat û mocîze hat rizgarkirin, yek di 29ê Îlona 1971an û ya duyem jî di 16ê Tîrmeha 1972an de bû, lê her du caran ji bo berjewendiya gelê Kurdistanê, parastina aştî û aramiyê Kurdistanê dirustnebûna şer, rêkeftina Adara 1970î ya bi Bexdayê re hilneweşand.

 

S. B