Iraq dixwaze sînorên xwe bi Sûryê re veke

Ibrahîm El-Ceiferî: Pêwendiyên Iraqî û Sûrî dîrokî ne û gellekî bihêz in û wê bihêz bimînin û niha em dixwazin dergehên xwe yên sînorî li gel Sûryê dubare vekin.

K24 - Navenda Nûçeyan.

Wezîrê Derve yê Iraqê Ibrahîm El-Ceiferî di kongirekî hevbeş de li gel hevpostê xwe yê Sûrî Welîd El-Muelim li Şama paytexta Sûryê ragihand, ku Sûrya endameke sereke ye di Komkara Erebî de û pêwîst e li mala Erebî vegere.

Ibrahîm El-Ceiferî diyar kir, ku pêwendiyên Iraqî û Sûrî dîrokî ne û gellekî bihêz in û wê bihêz bimînin û niha ew dixwazin dergehên xwe yên sînorî li gel Sûryê dubare vekin.

Ji aliyê xwe ve, Wezîrê Derve yê Sûryê di wî kongirî de got: Em bihêvî ne di demeke nêzîk de, dergeha Elbû-Kemal bi Iraqê re bê vekirin, piştî ku di dema dawî de, ji ber terorê hatibû girtin.

N.O