Amerîka: Hebûna me li Sûriyê li dijî Îranê ye jî

Alîkarê Wezîrê Derve yê Amerîka ragihand, hebûna wan li Sûriyê ne tenê ji bo şerê li dijî DAIŞê, lê ji bo rûbirûna hebûna Îranê jî.

K24 – Navenda Nûçeyan

Alîkarê Wezîrê Derve yê Amerîka ragihand, hebûna wan li Sûriyê ne tenê ji bo şerê li dijî DAIŞê, lê ji bo rûbirûna hebûna Îranê jî.

Alîkarê Wezîrê Derve yê Amerîka David Satterfield li Encûmena Nûnerên Amerîka derbarê mana hêzên Amerîka li Sûriyê got, biryara vekişandina hêzên Amerîkî ji Sûriyê girêdayî şikandina DAIŞê û siyaseta wan a rûbirûbûna hebûna Îranê li Sûriyê ye.

Herwiha got, rêjîma Îranê li ser ewlehiya navdewetî gef e û divê rêveberiya Amerîka bi hevkariya ligel hevpeymanên xwe sînorekî ji Îranê re danin.

David Satterfield tekez kir jî, divê hêzên Îranî ji tevahiya Sûriyê werin derxistin, ne ji başûrê wê welatî.

Washington Îranê tometbar dike ku hevkariyên leşkerî pêşkêşî hikûmeta Sûriyê û Hosiyên Yemenê dike û ev yek jî aramiyê li Rojhilata Navîn jinav dibe.

Duh jî, Serokê Amerîka Donald Trump ragihandibû, piştî vekişîna Amerîka ji rêkeftina atomî a bi Îranê re, Îranê dest bi vekişandina çekdarên xwe ji Sûriyê û Yemenê kiriye.

 

S. B